Êzidiyên Swêdê

Êzidiyên Swêdê ji ku tên, li ku bicî bûne û çi karan dikin?

8:10 min

Piraniya êzidiyên li Swêdê ji başûrê Kurdistanê ne û bi taybetî li herêmên Dalarna û Skåne bi cî bûne.

Di vê bernameyê de em ê binêrin bê sebebên vêya çi ne û ji bo vêya em bi Xelef Eliyas ji Borlänge, Fewzi Eydo ji Helsingborg û lêkoler Maria Lindqvist re axivîn.

Şêx Xelef Eliyas dibêje ew êzidiyê ewil bû ku di sala 1992ê de li Borlänge bicî bû, lê niha bi sedan malbatên êzidî li heman bajarî bicî bûne.

Li Swêdê statîstîka bê dîn an jî etnîsîteya yekî çiye nayê qeyd kirin, lewra nayê zanîn bê tam çiqas êzidî li Swêdê hene. Bes lêkolînên hatine kirin behsa 5-6 hezar kes dikin. Û piraniyê van li du herêmên Swêdê kom bûne; Başûrê Swêdê, Skåne û naverasta Swêdê, Dalarna.

Maria Lindqvist li Zanîngeha Södertörn doktoraya xwe li ser êzidiyan dinivîse. Li gor wê sebeba ku êzidiyan di destpêkê de xwe li Borlänge girtin ew bû ku ji berê de li bajêr kurd hebûn. Wan zimanê hev dizanîbûn, alîkariya hevdû dikirin û bêyî ku bi swêdî bizanibin dikarîbûn xwe xilas bikin.

Weke piraniya kurdên din ên li Swêdê gelek êzidî jî di destpêkê de karê restorant û pîzeriya dikin. Lindqvist dibêje hin karên din ku niha gelek ji wan pê ve mijûlin neqliyat û karê lênerîna nexweş an jî pîrûkalan e. Û helbet bi nifşên nû yên ku li Swêdê mezin dibin û dixwînin re êdî ev jî tê guhertin.

Baş e, di destpêkê de ji ber pêwistiyê ew li Dalarna bi cî bûn. Lê niha sebeba ku li wir dimînin çi ye? Şêx Xelef Eliyas ku herwiha serokê Komeleya Êzidî ya li Dalarna ye dibêje ew bi xwe wacibekî olî tîne cî, lê herwiha li vira derdoreke wan çêbûye û ji jiyana li bajarê xwe memnûn in.

Êzidiyên destpêkê di dawiya salên 80î de ji başûrê Kurdistanê hatine Swêdê. Ew bi kurdên din re dihatin ku ji ber Enfalê direviyan û heta îro jî ekseriyeta êzidiyên li Swêdê ji başûrê Kurdistanê ne. Ji Kafkasya û dewletên Sovyeta berê jî hin êzidî li Swêdê hene, lê hejmara yên ji bakurê Kurdistanê û Tirkî xwe gihandine Swêdê pir kêm e. Zêde êzidî piştî êrîşa fermana Şengalê ya 2014ê jî nehatine Swêdê.

Hem êzidiyên piştî fermanê û hem bi sedhezaran êzidiyên ji bakurê Kurdistanê li Almanya dimînin. Bi nerîna Fewzî Eydo ku li Helsingborg dimîne sedema ku ewqas êzidî li başûrê Swêdê, Skåne bicî bûne jî ev nêzîkahiya cografîk ya bi Almanya re ye.

Hem li Skåne û hem jî li Dalarna êzidiyan goristanên xwe yên taybet vekirine, komele û rêxistinên xwe ava kirine û nexasim ji bo naskirina fermana Şengalê xebatên lobiyê dikin.

Maria Lindqvist dibêje avantajeke bicîbûna li van bajarên ne mezin ew e ku li ciyên biçûk firsenda danîna bingehan rehettir e, weke nimûne kirê erzantir e û xebata tê kirin baştir dikare were dîtin.

Şêx Xelef Eliyas dibêje herçend Skåne ji Dalarna dûr be jî hevkariyeke baş di nav rêxistinên êzidî de heye û êdî evder ji wan re bûye mesken.