Dermanê Korona

AstraZeneca ceribandinên vaksîna korona rawestandin

3:41 min

Şîrketa dermanan AstraZeneca ev demek bû testên aşiya corona dikirin da ku dermanekî ji covid-19 re peyda bike. Lê niha şîrket van ceribandinên xwe radiwestîne, ji ber kesekî di testkirinê de cî girtî bi nexweşiyekê ketiye.

Ewrûpa gelek hêviyên xwe bi vê vaksînê ve girêdane û ji niha de 300 milyon doz kirîne, 6 mîlyon ji van ji bo Swêdê ne.

Li gor lêkoler Alan Fotoohî rawestandin normal e.