Tawanbarî

Sanandaji: Yên ku dibine çete ne koçberên nûhatî ne!

7:11 min

Ev çend sal in serêşiyeke herî mezin a Swêdê kuştin û teqandinên komên çeteyan e. Kesekî derbarê vê mijarê de li Swêdê pir dinivîse Tino Sanandaji ye û derbarê komên çete de ew rexneyên tûj li siyaseta Swêdê digre.

Berya çend rojan serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven di Televizyona Swêdê, SVT de got girêdanek di navbera koçberan û teqînan de heye.

Wextê mirov vê daxuyaniya Löfven bi retorîka Sosyaldemokrat a berê re dide ber hev ew zitê hev in, ji ber ku heta vê daxuyaniyê, Sosyaldemokratan behsa girêdana navbera sûcên çeteyan û koçberiyê nedikirin.

Tino Sanandaji bi xwe aborînasê neteweyî, ango nationalekonom e. Bi giranî li ser pirsên koçberiyê û tesîrên wê li ser Swêdê wî hejmarek kitêb nivîsîne û nexasim di torên civakî de ew dengekî pir bilind e.

Bi nerîna Sanandaji rayedarên swêdî di wext de naxwazin pirsgirêkan fêm bikin, berûpêkan didinê, wan bincilik dikin û lewra di girtina tedbîran de ew dereng dimînin.

Di vê dema ku ewqas behsa sûcên komên çete û xurtbûna wan tê kirin de ew dibêje girîng e mirov awayê avabûna komên çete û karakterê wan fêm kiribe.

"Yên ku digihine komên çete piranî ne kesên nûhatî ne. Yên nû tên hîna zimên nizanin. Ji sûcên çetewarî re insan lazim in, şebeke lazim e, divê mirov derûdorê nas bike.
Loma 15-20 salan piştî bicîbûna li welatekî, nifşên nû ku li herêma xwe mezin bûne dikevine nav komên çete de. 

Hin lêkolînên di vî warî de hene û weke nimûne Sanandaji behsa meksîkiyên çûne Amerîka dike. Nifşê destpêkê ji amerîkiyan kêmtir sûcan dikin, lê nifşê diduyê 19 qetî pêşiyên xwe dikevine nav sûcan de".

Û ev awayê sûcên rêxistinî li çend welatên din ên Ewrûpa wekî Fransa, Belçika û Danîmarka jî tê dîtin.

Linda Staaf ku li Saziya Operasyonên Neteweyî, NOA şefa îstixbaratê ye dide zanîn ku li Swêdê bi giştî sê cor tawanên rêxistinî têne kirin. Yek ji van êl, eşîr in, ku tê gotin li Swêdê 40 êlên sûcan dikin hene. Wekî din komên çete yên motorsiklêtan û pêkhateyên birêxistin ên nenîzamî li herêmên berxeter (utsatta områden) hene.

Îcar di van demên dawî de her ku çûye zêdegaviyên van koman meztir bûne. Ji xeyrî kuştin û teqandinên navxweyî vê dawiyê wan li hin ciyan dest bi kontrolkirina riyan jî kirine.

Tino Sanandaji vê rewşê weke beşek ji kultura çetewariyê dinirxîne.

"Çetewarî jêrkulturek e. Yên ku nû dikevine nav şebekeyê de êdî dibine beşek ji jêrkulturekê. Di nav vê kulturê de mirov bi kuştinê qîmetê xwe bilind dike.
Û helbet çeteyên rikberên hev hene. Lewra gava komeke çeteyan sûcekî dike, ya din hewl dide tiştekî hêj meztir bike.  Gava koma çete ya rikber keleşkofan peyda dike, ya din dibêje naxwe divê keleşkofên me jî hebin.
Bi vî rengî gav bi gav fikrên çeteyan belav dibin, ew çav li hev dikin. Xwe li hev sor dikin".

Li gor statîstîka Saziya Bergiriya Sûcan (Brottsförebyggande Rådet) di 2019ê de li Swêdê 111 kes hatine kuştin, yanî serê 100 000 kesî 1.1 hatiye kuştin û ev li gor cîranên Swêdê Norvêc û Fînlanda pir bilind e.

Li Swêdê jî eger mirov herêmên berxeter ji nav derxe rêje hema hema dadikeve asta Norvêcê, yanî ekseriyeta sûcên çetewarî li çend herêmên Malmö, Göteborg û Stockholmê diqewimin.

Ê naxwe çare çi ye? Li gor Sanandaji piştî ku komeke çete hate avakirin û kes gihanê ew dibe karê polîs û dadgehan ku ji heq wan derkevin, lê ji bo ku ciwanên nû nekevine nav van koman de û ew meztir nebin bi Sanandaji gereke berya her tiştî mirov di wextê wê de bi duristî hewl bide fêm bike bê ewqas ciwan çima dikevine van riyên xerab de. Fêm bike bê hêrs û heza wan a ji şideta bi îtibarê ji ku tê û binêre bê deriyên li ber pêşketina ciwanan çende vekirîne.

Bi raya wî înkarkirina pirsgirêkê derî li ber fêmkirinê girtiye û ji bo ku mirov bikaribe tekoşîneke serkeftî li hemberî çeteyan bide divê mirov wê nas bike.

"Gelo çima di van salan de ev serêşî her meztir bûye? Ji ber ku ev retorîk û xweşbêjî meşandine ku ev ne pirsgirêkek mezin e, yan jî ku wan hal kiriye. Û eger haya te ji cidiyeta krîzê nebe tu nikarî çareser jî bikî".

Berovajî vê xweşbêjiya ku Sanandajî rexne dike, mirov bi taybetî di torên civakî de gelek caran rastî rismekî wisa tê mîna ku li Swêdê şerekî navxweyî hebe. Rewş ewqas tevlîhev û dijwar be ku lazime mirov tedarika reva ji Swêdê bike û muqayese bi dewletên herî xerab ên dinyayê re tê kirin.

Sanandaji dibêje, rast e Malmö yek ji bajarên herî tevlîhev ên Ewrûpa ye, lê eger li Swêdê serê 100 000 kes 1,1 tê kuştin li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ev çarqet e û li dewletên herî kambax ên parzemîna Amerîka 100 qetî Swêdê xelk têne kuştin. Loma ew dibêje kesên van îdiayan dikin tiştek ji nav hev dernexistine heta îro jî Swêd di cîhanê de yek ji dewletên herî aram e.