Tirkî.

Ji ber ku ”heqaret li Erdogan kirine” giliyê hevwelatiyên Swêdê hatiye kirin

1:19 min

Endamekî berê ê rêvebiriya mizgefta Malmö li Tirkî giliyê hejmarek hevwelatiyên Swêdê kiriye.

Êvarnameya Expressenê dinivîse ku gilînameyek ketiye destê wan de. Di belgeyê de nav û adresa hejmarek tirkên hevwelatiyên Swêdê hatiye danîn û ew têne gunehbarkirin ku heqaret li serokê Tirkî Recep Tayyip Erdogan kirine.

Kesê ku gilî kiriye endamê rêvebiriya mizgefta Malmö bû û ev yek ji gelek mizgeftên Diyaneta Tirkî li Swêdê ye. Mizgeftên Diyanetê alîkariyeke mezin ji meqamên swêdî werdigrin.