Penaberî

Zarokên dibine welatiyên swêdî nikarin dêûbavên xwe bînin

2:08 min

Eger kesek bin 18 salî re hatibe Swêdê, îqame standibe û bixwazibe dêûbavê xwe bîne heqê mirov û anînê beriya hevwelatîbûnê heye. Lê piştî ku mirov bû hevwelatiyê swêdî nikare daxwaza anîna dêûbavên xwe bike.

Fahme Abou 14 salî hate Swêdê, yekser îqame stand û piştî çend salan herwiha bû hevwelatiyê swêdî. Lê ev yek li pêşiya hatina malbata wî bû asteng.

Li gor qanûneke ji sala 1997ê zaroka ku bixwazibe dêûbavên xwe bîne vira divê ne hevwelatiyê Swêdê be û ne zewicî be. Bes Linda Beskow ji Xaça Sor dibêje astengiya mezin piştî 2017ê dest pê kir.