Malbatên daişiyan

Pêvajoya hiqûqî ya li Al-Hol bi derengî ketiye!

3:28 min

Pêvajoyeke hiqûqî ji bo kesên li kampa Al-Hol a li bakurê Sûriyê hatibû destpêkirin, lê bi derketina korona re ev pêvajo sekinî.

Nûnerê Swêdê yê pirsa Sûriyê Per Örneus dibêje:

– Rêvebiriya li bakurê Sûriyê pir bi zelalî diyar kiriye ku ew dixwazin pêvajoyeke hiqûqî li hemberî kesên li kampê bidine destpêkirin. Û piştre ev kes an serbest bêne berdan an jî werine cezakirin. Lê ji ber belavbûna korona ev pêvajo dereng ma, lewra bi nexweşiyê re her tişt hate rawestandin.

Li kampa Al-Hol a li bakurrojhilatê Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê derdorê 70 000 kes hene. Ew jin û zarokên jibermayiyên Daişiyan e. Û tê ragihandin ku di nav van de derdorê 70-100 kesên girêdaneke wan bi Swêdê re heye. Yan ew hevwelatiyên Swêdê ne, yan jî zarokên kesên hevwelatiyên Swêdê ne.

Jinên di kampê de ji ber ku tu sûcê wan nehatiye îspatkirin li zindanê nayêne girtin, lê gelek ji wan ji welatên derve gihane Daişê, mêrên gelekan ji wan an hatine kuştin an jî girtî ne. Loma rêvebiriya li bakurê Sûriyê wan serbest jî naberde û ew di kampê de têne hiştin. Rêvebiriyê ji dewletên weke Swêd xwestiye ew hevwelatiyên xwe bibin, lê kêm dewlet xwedî li wan derketine.

Vê dawiyê hin dengûbas derketine ku hinek ji van kesan reviyane Tirkiyê. Nûnerê buroya Rojava li Swêdê Şiyar Ali dibêje li gor agahiyên di destên wan de ji yên reviyane bi kêmayî 6 jin û 7 zarokên hevwelatiyên Swêdê ne. Televîzyona Swêdê berya niha ragihandibû ku jinekê ji van bi qaçaxî xwe gihandiye Swêdê jî.

Li gor Rêxistina Parastina Zarokan ekseriyeta kesên li kampa Al Hol zarokên bin 12 salî re ne. Lê Per Örneus dibêje mirov nikare zarokan ji diyên wan qut bike û heta ku pêvajoya hiqûqî ya li cih neqede tu neyta Swêdê nîne kesî ji kampê bîne:

– Di van kampan de jin û zarok hene. Helbet zarok bêguneh in, lê li hemberî jinan pêvajoyek heye bê mirov dê karibe dozê li wan veke yan na. Ev dikare ji ber sûcên terorî be, sûcên şer be yan jî hevkariya bi Daişê re be. Û heta ku ev pêvajo neqede ew ê li van kampan bêne girtin.