Swêd û Sûrî

Stratejiya Swêdê ya Sûriyê li ser du piyan e

4:41 min

Stratejiya Swêdê ya li Sûrî li ser du piyan dimeşe. Piyekî girîng aliyê siyasî û dîplomasiyê ye. Û piyê duyem alîkariya mirovî ye.

Per Örneus ku nûnerê Swêdê yê pirsa Sûriyê ye dibêje:

– Em ji bo guhertieke li Sûrî di nav hewldanên xurt ên siyasî û dîplomatîk de ne.

Wezareta Derve ya Swêdê di 2017ê de Per Örneus weke nûnerê taybet yê hikûmeta Swêdê ji bo aştiya Rojhilata Navîn û bi taybetî Sûrî tayin kiribû. Û ji bo rewşê li cih bişopîne par biharê Örneus serdana bakurê Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê kiribû.

Derbarê daxwazên siyasî yên Swêd de ew dibêje hêviya Swêd ew e ku gotûbêj û zextên siyasî rê li ber guhertinan vekin da ku hemû alî bikaribin ber bi hev werin û Sûrî ber bi aştiyê ve biçe. Lê dibêje Swêd û YE bi giştî hemfikirin ku heta rejima Sûrî di pirsên girîng weke mafê mirovan de xwe neguhere ew tu destekê nedinê de.

Bi heman gotina xwe re Örneus dibêje Swêd û YE alîkariyê dide gelê Sûriyê û ew vê alîkariya insanî weke piyê diduyan ê stratejiya Swêdê bi nav dike. Û dibêje ji bo ku gelê Sûriyê bikaribe xwe lev bide hev ev alîkarî girîng e.

Û ev alîkariya ku Swêd ji xelkê Sûriyê re dişîne bi taybetî bi riya Xaça Sor tê belav kirin.

Piştî têkbirina Daişê û kuştina serokê wê Al-Bagdadi di rojeva Swêd de gotûbêj û baldariya ji bo şerê Sûriyê kêmtir xuya dike. Sofia Andersson ku dabaşnêra Xaça Sor a Rojhilata Navîn e vê meyla xelkê şaş dibîna û ew gazindar e:

– Krîza Sûrî bi dawî nebûye, heta ji ber pirsên aborî li hin ciyan rewş zehmettir bûye. Li gelek herêmên Sûrî şer berdewam e, xelk ji ber şer direvin û li ciyên din rewşa aborî kambax e, nan bi dest xelkê nakeve.  

Beşek girîng ku Swêd bi riya Xaça Sor dişîne ji Sûriyê re diçe ji herêma Rojavayê Kurdistanê re ku li gor gelek ciyên din îstiqrara lê baştir e û gelek koçberan xwe lê girtine.Derheqê rewşa insanî ya li vê herêmê Andersson dibêje:

– Katastrofeke mezin a li bakurê Sûriyê di van mehên dawî de nebûna ava paqij e. Nexweşiya korona heye, lê av nîne mirov destê xwe pê bişo, trajediyeke mezin e.
Sofia Andersson bi berdewamî dide zanîn ku li vê herêmê du aktorên sereke yên herêmî Heyva Sor a Kurd û Heyva Sor a Sûriya erebî hene û dibêje ew hevkariyê bi herduyan re jî dikin.

– Heyva Sor a kurd li bakurê Sûriyê aktorek mezin e. Û heyva Sor a Sûriya erebî jî aktorek mezin e. Helbet em bi hev re hevkariyê dikin. Lê girîng e ez diyar bikim ku Heyva Sor a kurd ne beşek ji tevgera giştî ya Heyva Sor û Xaça Sor e.