Girtîgeh

Rê di zindanên Swêd de nemaye

1:37 min

Ji ber ku rê di zindanên Swêd de nemaye Lênerîna Tawankaran (Kriminalvården) nikare lênerîneke ewle û insanî bide girtiyan û loma ew derbasî rewşa awarte dibe.

Martin Holmgren berpirsê giştî yê Lênerîna Tawankaran dibêje:

– Li nezaret û zindanan rê nemaye û ji zû de rewş wiha xerab nebûye. Weke tedbîr û ji bo çareserkirinê em derbasî rewşa awarte bûne.