Korona

Dibe ku hemî mala nexweşekê koronayê hebe bê karantîne kirn

1:52 min

Doh, di civîna ҫapemenî ya derbareyê koronayê de apedemîlogê dewletê Anders Tegnel got ku dibe ji ber dîsan belavbûna koronayê guhertin di rêdar û bisinorkirinên girêdayî wê nexweşiyê de li Stockholmê bên bikin.

Di nav wan bisinorkirina de qala wê tê kirin ku eger di malekê de kesek bi koronayê nexweş be, divê ew kesê pê re di wê malê de dimîne, xwe li mal karantîne bike.