Korona

Rêvebiran guh nedane hawara karkeran

2:14 min

Wextê vîrusa corona ji nû derket berpirsên malên lênerîna pîrûkalan nexweşî cidî negirtin. Gelek karker jî dibêjin wan bêyî parastina weke lepik û devpêçan kar dikirin û berpirsên kar lê digeriyan wan bêdeng bikin, da kes rexneyên wan nebihîze.

Ji çaxê ku li maleke lênerîna pîrûkalan nexweşiya kovid-19 hatiye tesbîtkirin ve 800 gilîname ji saziya çavdêriya lênerîn û guhpêdanê, IVO re çûne.