NOBEL

Rexneyên tûj li xelatgirê Nobelê tê girtin.

6:10 min

Xelata Nobelê ya aştiyê ya îsal çû ji rêxistia alîkariya xwarinê ya Neteweyên Yekbûyî, World Food Programme re.

Xelata aştiyê tenha xelata Nobelê ye ku li Norvêcê ve tê dayin. Di danezana ku îro li Oslo hate kirin de seroka komîteya Nobelê ya norvêcî Berit Reiss-Andersen sebeba ku xelat dibe para World Food Programme wiha îzah kir:

"Ji ber têkoşîna rêxistinê ya li hemberî birçîbûnê, ji xebata wan a ku li ciyên aloz şertên aştiyê baştir dike û ji bo ku ew nahêlin birçîhiştin di şeran de weke sîlehekê bê bikaranîn".

Neteweyên Yekbûyî îsal dikeve 75 saliya xwe de. World Food Programme rêxistina wê ya ku xwarinê li muhtacên seranserê dinyayê belav dike ye. Di vî warî de ew rêxistina herî mezin a cîhanê ye.

Rêxistin di malpera xwe de dinivîse ku alîkariya wê salê digihe 100 milyon insanên li 83 dewletan. Rojê bi hezaran kamyon, 30 gemî û 100 balafir xwarinê bi taybetî li deverên şer û feqîr ew belav dikin.

Di van salên dawî de yek ji wan cihên rewşa wê herî xerab Rojava û başûrê Kurdistanê ne, ku hem bûne meydana şerên dijwar û hem jî gelek penaberan xwe li wir girtine. Û World Food Programme dide zanîn ku ew alîkariyeke mezin dişînin ji Îraq û Sûriyê re. Di malpera rêxistinê de tê nivîsandin ku ew salê xwarinê digihînin 4.5 milyon insanên li Sûrî.

Dr Nemam Ghafouri, ku hevwelatiya Swêdê ye piştî êrîşa Daişê ya li hemberî Şengalê piranî li başûrê Kurdistanê ye da ku alîkariyê bide penaberan û bi heman mebestê ew gelek caran derbasî Rojava jî bûye û dibe.

Ghafouri rexneyên tûj li World Food Programme dike û dibêje ew xwarina bi mişk û cird didine penaberan.

Bi nerîna Nemam Ghafouri World Food Programme bûye rêxistineke ewqas mezin ku êdî ji cewherê xwe derketiye bûye navendeke nava wê rizî, ku ser pişta insanên perîşan û belengaz dijîn.

Abdulkerim Omar berpirsê siyaseta derve ya rêvebiriya bakur-rojhilatê Sûriyê ye. Omar jî rexnegir e ku alîkariya World Food Program a ji bo muhtacên li Rojava tenê bi riya hikûmeta Şamê tê kirin.

Xelata Nobelê ku ji 10 milyon kron pêk tê di şertên normal de dawiya salê bi merasimên heybet tê dayin. Îsal ji ber korona ev merasim nayêne lidarxistin, lê Nemam Ghafourî xwarina ku rêxistin li penaberan belav dike û ya şîva nobelê dide ber hev.