Partiya Çep

Nooshi Dadgostar seroka nû ya Partiya Çep e

4:28 min

Di kongreya Partiya Çep (Vänsterpartiet) ya dawiya heftiyê de Nooshi Dadgostar weke seroka nû ya partiyê hate hilbijartin. Di axavtina xwe de Dadgostar giranî da ser rewşa karkeran.

Malbata Nooshi Dadgostar ji Îranê ye û ew berya 35 salan li kampeke penaberan a Swêdê ji dayik bûye.

Hediye Guzel, ku demekê sekreteriya Partiya Çep jî kiriye balê dikişîne ser vê nuqteya ku jineke bi koka xwe biyanî bûye seroka partiya wan.