
Wêne: Jenny Hellström/Sveriges Radio
Guhdana pîrûkalan
Alîkariya pîrûkalan tê kontrol kirin
Bi belavbûna korona re gelek şaredariyan xizmetên xwe yên rojane rawestandibûn. Niha Çavdêriya Lênerîn û Guhpêdanê (IVO) wê binere bê vê çi tesîr li pîrûkalan û astengdaran kiriye.
Di raporeke meha îlonê de diyar dibû ku astengdar û bi taybetî jî yextiyar ji hin xizmetan bêpar mane. Sebeb jî ew e ku karmend ji ber tirsa belavbûna vîrusê neçûne serdanê û carinan şaredariyê xebatên rojane yan jî demkurt betal kirine.