Korona

Karê xwaringehan piştî bisinorkirinan gelek dakeft

2:52 min

◦ Piştî şidandina bisinorkirinên koronayê li gelek herêmên Swêdê, karê xwaringehan û hejmara mêhvanên wan pir daketine.

◦ Thomas Jakobsson berpirsiyarê aborî li rêxistina branşan Visita ji beşê nûçeyan yê Radyoya Swêdê Ekot re dibêje ku van bisinorkirinan bandoreke mezin li xwaringehan kiriye.

◦ Wehîd Bedirxan xwediyê xwaringehekê ye li başûrê Stockholmê, dibêje ku karê wan %30 daketiye.