Lêkolîna SCB

Desteka ji bo du partiyan daketiye bin benda %4

1:25 min

Saleke din weke vî çaxî hilbijartina Swêdê tê lidarxistin û îro Buroya Îstatîstîkê ya Navendî (SCB) lêkolîna xwe ya li ser desteka ji bo partiyên siyasî eşkere kir.

Li gor lêkolînê Demokratên Xiristiyan %4,5 e, Partiya Jîngehê daketiye %3.8, lê partiya rewşa wê herî xerab Liberal in ku daketiye %2.5.

Buroya Îstatîstîkê ya Navendî (SCB) salê du caran vê lêkolîna xwe ya berfireh dike.