
Diakurd kongreya damezrandina xwe li Stockholmê çêdike
Roja şembiyê 22ê meha yek ya 2022ê li Stockholmê kongreya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diasporayê anku Diakurdê tê kirin.
Beşek ji kurdên diyasporayên ji Swêdê û çend welatên din tê de beşdar dibin. Endamê komîteya damezrandina Diakurdê Keya Izolî îro behsa kongreyê û beşdarên wê bo pişka kurdî ya Radyoya Swêdê kir.
Wî di axiftina xwe de bal kişand ser wê ku ev xebata Diakurdê berî çar salan dest pê kiriye û ji ber pandemiyê kongreya wê hatibû paşdexistin. Wî got Diakurd amade ye hevkariyê bi rêxistinên din yên wek Diakurdê re bike.