
Diar Haciy, ji rêxistina Yazda îro ji ber vî hukimî dilxweș e û dibêje rojeke dîrokî ye ji me êzîdiyan re. Wêne: Khalid Mohammed/TT, Privat.
TERORÎSTÊN DAIȘÎ
Diar ji Yazda:”Piștî 74 fermana ev cara yekeme kesek tê cezakirin”
Zilamekî 29 salî bi esil iraqî li dadgeha Frankfurt li Almanya ji ber çendîn twanan hate hukim kirin, di nav wan de ku hișt keçeke êzîdî bi zincîrê girêdayî li ber germahiya rojê ji tîna bimire.
Rêxistina Yazda li Swêdê ya isbat û belgeyan kom dike hember terorîstên daișî û twanên wan, xwedî roleke giring bû di vê dozê de.
Diar Haciy ji rêxistina Yazda: "Em alîkariya polîsê swêdî dikin"