Du ji wan sê jinên daişî duh hatin tewqîfkirin

1:35 min

◦ Êvara duh her sê jinên daişî gehiştin firokexaneya Arlanda li Stockholmê. Du ji wan yekser hatin tewqîfkirin, ji ber ku biryara ragirtina wan bi gumana tawanan gelek ji zû de û beriya hatina wan hatiye dan.

◦ Peyivdarê çapemnî yê polîsan li herêma Stockholmê Ola Österling dibêje ew nizanin ka ew çi tawan in ew herdu jin pê gumanbar in. Wan li gor fermana dozgeriyê du ji wan tewqîfkirine.

◦ Her duh jêpirsîn li gel jina sêyem jî hat kirin.