
Evin Ahmad yek ji stêrên geş yên sînemayê li Ewrûpayê
Ektera kurd-swêdî Evin Ahmad ji aliyê juriya navnetewî ya European Film Promotion (EFP) wek yek ji deh stêrên Shooting Stars ya 2022ê hat destnîşankirin.
Merasîmên pêşkêşkirin û nasandina her deh hilbijartiyan dê li fesîvalan Berlînê ya fîlman di nava 11 heta 14ê şibatê de bi rê ve biçe. Xelat jî di 14 şibatê de tên pêşkêşkirin.
Evîn Ahmadê îro ji pişka kurdî ya Radyoya Swêdê re got ew bi vê xelatkirinê gelek kêfxweş e û ew di sala 2022ê de bi sezona duyem ya Snabba Cash ve mijûl e.