
Dadgeha êrîşkarê 15 salî ku mamosteyek bi kêrê birîndar kir. Wêne: Johan Nilsson/TT
PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ
Gelek şaredarî bêyî pilanên li hemberî şidetê ne
Ji sala 2016ê ve biryar heye ku gereke pilana her şaredariyeke Swêdê li hember ekstremîzma şidetwarî hebe, lê lêkolîneke Dagens Nyheter nîşan dide ku ji çar şaredariyan yek bêyî pilan e.
Şaredariyeke bêyî pilana li hemberî şidetê Eslöv e ku îsal meha tebaxê xortekî 15 salî mamosteyek bi kêrê birîndar kiribû.