
Wêne: Hedvig Nilsson/Sveriges Radio
CIWAN
Gelek ciwan dixwazin teşîsa ser wan rabe
Gelek ciwan dixwazin bermahiyên tedawîyên wan ên psîkolojîk ku dema zarok bûn hatibû kirin, werin rakirin. Ev di encama xebata koma dokumenteran a Radyoya Swêdê P1ê ve hate zanîn.
Ji sala 2000î ango ji mîlenyumê vir ye, her diçe zêdetir teşîsên wek ADHD û otîzm li zarokan tê kirin.
Ji bajarê Karlstadê yek ji wan ciwanan a bi navê Helena dibêje, min timî hîs dikir ku ev teşîsa li min hatî kirin, nerast bû.