
Pêwîstiya nexweşên giran bi orgabnên nû hîn berdewammezin e. Wêne: JACK MIKRUT/TT Nyhetsbyrån
ORGANBEXŞÎNER
Gelek kesan organên laşên xwe bexişandine
Par 192 kesên ku miribûn, organên laşên xwe pêşkêşî kesên ku pêwîstî pê heye kiribûn. Ev heta nuke mezinitrîn hejmara organbexşîneran bû.
631 organên bexşandî par ji bo rizgarkirina jiyana nexweşên giran hatin bikarînan. Lê pêwîstiya nexweşên giran bi organên nû berdewam mezin e.
Birêveberiya giştî ya pirsên civakî di daxuyaniyeke xwe de dinivîse ku ev karekê pir hêja ye ku mirov şiya bi rêya organguhortinê gelek jiyanan ji mirinê rizgar bike.