SIYASET

Hilbijartina jinekê bo serokwezîriyê li Swêdê bûyereke dîrokî ye

4:53 min
  • Magdalena Andersson îro bi dengdanê li parlamena Swêdê wek serokwezîra nû hat hilbijartin. Bi dîtina peyamnêrê pişka siyasî ya Radyoya Swêdê Hêwa Abdelzadeh ev cara yekem e li Swêdê jinek vî postê mezin distîne û ji ber wê jî ev bûyereke dîrokî ye.

  • Hîn ne diyar e ka dê Magdalena Andersson bikare hikûmeteke hevbeş li gel partiya Jîngehê pêk bîne yan jî dê yeke Sosyaldemokratan bi serê xwe çêke?

  • Her êvara îro dê dengdan li ser pêşniyaza hikûmetê ya ji bo budceyê jî bê kirin û bi dîtina Hêwa Abdelzadeh dibe ku budceya mixalefetê bêhtir destekê bistîne.