ABORÎ

Hukûmet temenê teqawidyê di sala 2023ê de dirêj dike

1:30 min
  • Dirêjkirina temenî teqawidiyê di sala 2023ê de ne bes dê bandorê li wê bike ka dê çend pere bikevin nav destê teqawidbûyan, lê herweha lêçûnên dewletê jî kêmtir dibin û dora pênc milyar kron dê salane dikevin nav budceya hikûmetê.

  • Herweha tê çaverêkirin ku gaveke weha aboriya Swêdê jî bihêz bixe, ji ber ku dê gelek kes demeke dirêjtir kar bikin.

  • Di halê hazir de ew kesên miaşekê kêm hebû dikarin teqawidiya bi navê garantipension di temenê 65 saliyê de bistînin. Lê û li gor vê pêşniyaza hikûmetê ya nû ya ku dê li payîzê bê pêşkêşkirin, ev temen dê di salal 2023ê de bê bilindkirin bo 66 saliyê.