PÎRÛKAL

Ji bo kêmkirina bêkesî û tenêtiyê kart ji pîr û kalan re tên şandin

0:51 min
  • Ji bo ku yên pîr û kal di malên xwe de hest bi bêkesî û tenêtiyê nekin navenda kulturî ya bi navê Stads mötesplatser li Göteborg kartên posteyê ji bo bêhtir ji 5 000 senyoran re şandine û ew tê de dawetkirine bo navendên bajarî yên hevdîtinan.

  • Ev gava yekê ye ji projeke du salî ya ku dixwaze bi çalakiyên xwe, wê bêkesiya nexwastî ya di nava pîrûkalên bajarê Göteborg de heye, kêm bike û wan li navendên xwe yên hevdîtinan bîne ba hev.

  • Ev kartên posteyî ji bo bêhtir ji 5 000 senyorên şaredariya Göteborg re tên şandin ku temenên wan di navbera 85 û 88 salan de ne.