Jinên daişî yên ragirtî hatin berdan

0:54 min

◦ Dozgeriyê di daxuyaniyeke xwe ya duh de ragihand ku du ji wan jinên daişî yên ku pêr gehiştibûn Swêdê û bi tawana şerî li Sûriyê gumanbar in, hatin berdan.

◦ Ew herdu jinên jêpirsîn pê re hatibû kirin bi beşdarbûna di tawanên şerî de gumanbar in. Herweha jêpirsîn li gel jina sêyem jî hat kirin, lê çi gumaneke beşdarbûna wê di tawanên şerî de li Sûriyê li ser wê nîne.

◦ Berpirsiyarê navenda li hember eksterîmîzma şîdetxwaz ji televîzyona Swêdê re got ew her şeş zarokên bi wan jinan re hatibûn Swêdê radestî dezgehên xizmetên civakî bûne.