
Cemil Karahan ê 30 salî li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bûye û ji heft saliya xwe ve li Swêdê ye. Wêne: Privat.
SPOR
Kurdê Swêdê Cemîl Karahan bû şampiyonê cîhanê
Kurdê Swêdê Cemîl Karahan di spora Jiu-jitsu, giraniya 94 kîloyan, ya kemera qehweyî de bû şampiyonê cîhanê.
Karahan berya niha hem şampiyoniya Swêdê û hem ya Ewrûpa standiye lê ev cara pêşî ye ew di asta cîhanî de dibe yekem.
”Jiu-jitsu pir wek lîstika setrancê ye. Jê re aqil, taktîk û stratejî lazim e”.