Pêbaweriya hikûmetê

Löfven yan divê hilbijartinê îlan bike yan jî îstifaya xwe bide

2:00 min
  • Roja duşemê parlemana Swêdê dê here dengdanê bê ew pêbaweriyê didine hikûmetê yan na.
  • Eger hikûmet pêbaweriyê nestîne yan divê hilbijartineke nû were îlan kirin an jî serokwezîr Stefan Löfven îstifaya xwe bide.
  • Partiya Çep ji ber pêşniyazqanûna hikûmetê ya li ser xaniyên kirê ragihandibû ku pêbaweriya wan bi hikûmetê nemaye û SD jî daxwaz kir ku parleman li ser pêbaweriyê here dengdanê.