SIYASET

Magdalena Andersson bû yekem serokwezîra jin li Swêdê

1:44 min
  • Sibeha îro li parlamena Swêdê dengdan li ser berbijêra serokwezîriyê Magdalena Andersson hat kirin û di encamê de ew wek yekem serokwezîra jin li Swêdê hat hilbijartin.

  • Serokê parlamena Swêdê Andreas Norlénî piştî timambûna dengdanê, hilbijartina Magdalena Andersson wek serokwezîr ragihandî. Wî got ji ber ku kêmtir ji nîva endamên parlamenê deng bi na da, loma Magdalena Andersson dibe serokwezîr.

  • Her îro dengdan li ser budceya hikûmetê jî tê kirin û seroka partiya Navendê Annie Lööf di parlamenê de ragihand ku ew destekê nadin budceya hikûmetê. Ev jî dikare bibe egera ku budceya partiyên rastgir di dengdanê de piraniyê bi dest xwe ve bîne.