SIYASET

Mijara herî gerim di komcivîna Lîberalan de koçberî bû

1:32 min
  • Duh, di roja dawîn ya komcivîna Lîberalan de gotûbêjeke gerim li ser siyaseta koçberiyê çêbû.

  • Çend nûneran xwest ku partiya Lîberalan siyaseta xwe ya di wî warî de bi yekçarî biguhore û hewil bide ku îqameya daîmî bibe bingeh di siayeseta penaberiyê de.

  • Yek ji wan Ellen Östberg bû. Wê got ku haydarbûn ji wê ku mirov dê li Swêdê bimîne heza xwehînkirina swêdiyê û peydakirina karekî zêdetir dike.