Siyaset

Moderat bi siyaseteke nû ya entegrasyonê tevlî hilbijartinan dibin

2:03 min

◦ Partiya Moderatan bi siyaseteke nû ya entegrasyonê tevlî hilbijartinên saleke din dibe.

◦ Serokê partiyê Ulf Kristersson dibêje armanca pêşîn ya partiya wan ew e ku divê koçberî ji Swêdê re baş be.

◦ Ulf Kristersson ji bo wê siyaseta nû du pîvanan dest nîşan dike. Yek, ku mirov bi xwe debara xwe bike, anku karekî ji xwe re peyda bike û xwe pê xwedî bike û nemîne li benda alîkariyên diravî. Ya din jî ew e ku yê penaber xwe baş hînî swêdiyê bike ku pê bikare di civaka swêdî de pêş bikeve.