Nakokî di nav Lîberalan de li ser zonên kontrolkirinê çêbû

1:35 min
  • Xebera ku partiya Lîberalan destekê di xebata li dijî komên tawankariyê de dide bikaranîna zonên kontrolkirina xelkî li bajaran, rastî rexneya gelek nûner û kesên diyar yên Lîberalan bû.

  • Peyivdarê pirsên hiqûqî yê berê yê Lîberalan Roger Hadad e dibêje ev pirs ji aliyê qanûnî ve ne cihê baweriyê ye. Hinek rexnegirên din jî bi wê bawerê ne ku ev dê karê polîsan zehmet bike û dê bala wan bikeve bes ser wan deveran.

  • Lê peyivdarê nuke yê lîberalan yê pirsên hiqûqî û serokê fraksiyona wan li parlamenê Johan Pehrson giring dibîne ku ev tedbîr bê ceribandin.