LÊNERÎNA PÎRÛKALAN

Pîrên tenêmayî tên neçarkirin ku di xaniyên xwe de bimînin

1:41 min
  • Li gor statîstîkên bi dest Radyoya Swêdê keftine di nîva yekê ya îsal de daxwazên, kêmtişt 1000 kesên ku cihek li malên pîrûkalan xwestibûn, hatine redkirin.

  • Di nav wan de pîrûkalên bi tenê mayî û nexweş hene ku neçar dibin bi tena serê xwe di xaniyê xwe de bimînin.

  • Dûçenke beşa nûçeyan ya radyoya Swêdê Ekot diyar dike ku bes ji bo nimûne di meha îlonê de daxwazên gelek kesên ser 90 saliyê de, ku gelek nexweşî hene û xwestine bên veguhastion bo maleke lênerîna pîr û kalan, ji aliyê şaredarî û dadgeha îdarî ve hatine redkirin.