Şîdeta li dijî jinan

Partiyên swêdê pirsa şîdeta li hember jinan minaqeşe dikin

2:42 min

◦ Îro serokên partiyê Swêdê li gel wezîra wekheviyê Märta Stenevi ji bo minaqeşekirina pirsa şîdeta mêran ya li hember jinan û karê ku pêdvî ye bê kirin dicivin.

◦ Her îro jî serokwezîrê Swêdê Stefan Löfvenî di facebooka xwe de nivîsî ku hikûmetê ji bo vê pirsê grûpeke qeyranê pêk aniye.

◦ Seroka partiya çep Nooshi Dadostar dixwaze ku saziyên hikûmî yên wek xizmetên civakî, polîs û şaredarî û ji bo parastina jinan bi hev re kar bikin. Serokê partiya Moderatan Ulf Kristersson dixwaze ku siza li dijî wan mêrên bi tawanên mezin li hember jinan radibin bên şidandin