BUDCE

Partiya Navendê destekê nade budceya hikûmetê

2:07 min
  • Îro piştî nîvro parleman wê biçe dengdana ji bo pejirandina budceya hikûmeta Magdalena Andersson, lê seroka Partiya Navendê dibêje ew ê destekê nedine budceyê.

  • Vê sibê Partiya Navendê hiştibû Magdalena Andersson weke serokwezîr were hilbijartin, lê li gor Annie Lööf ji ber ku budceya Andersson zêde çep e ew ê destekê nedin.

  • Biryara Lööf dikare bike ku Magdalena Andersson nikaribe budceya xwe bide qebûlkirin.