Polîsî da dû motorsîklê û Alexanderê 16 salî jiyana xwe ji dest da

2:32 min

◦ Di gulana 2020ê de li Lerum ciwanê 16 salî Alexander Storåker û hevalê xwe Adem li motorsîklê siyar bûn û bi rê ketin. Polîsî sîren û ronahiya şîn ya orombîlê pêxist û ketin dû wan. Motorsîkla li pêşiya polîsan direvî qulipî û di wê bûyerê de Alexanderî jiyana xwe ji dest da.

◦ Ji dûçûnên programa Uppdrag ganskning ya televîzyona Swêdê li ser vê pirsê diyar dibe ku gelek bûyerên ji vî rengî li Lerum çêbûne.

◦ Doz di vê pirsê de li ser polîsan hatiye vekirin. Polîsê otombîl dihajot, bi gumana ku ew bûye sedema mirina kesekê din hatiye gunehbarkirin. Dadgehkirin li meha deh dest pê dike, lê polîs tohmeta tawanê red dike.