
Li maleke pîrûkalan. Wêne: Christine Olsson/TT
Korona
Sê kes, tevî vaksînkirinê, li maleke pîrûkalan mirin
◦ 3 kes li maleke pîr û kalan li Svedala, tevî wergirtina her du danên derziya li dijî covid-19 mirin.
◦ Du kesên din jî yên temenmezin li wê derê li gel du karmendan, tevî ku hemî jî hatine vaksînkirin, bi koronayê hatine vegirtin.
◦ Duhî jî hat zanîn ku jinek, piştî wergirtina derziya Astra Zeneca rastî xetimîna demaran û kêmiya falikên xwînê bû.