Siyasetnas: Ya duh çêbû dramatîk bû, lê mentiqî jî bû

2:20 min
  • Îro piştî nîvro dê serokê parlamenê Andreas Norlén gotina xwe derbarê pêvajoya hilbijartina serokwezîriyê bêje.

  • Ya herî muhtemel ew e ku Magdalena Andersson dîsan bibe serokwezîr û Sosyaldemokrat hikûmetekê bi serê xwe çêbikin û heta hilbijartinên bê hikimdariyê bikin. Ev dîtina siyasetnas Thomas Perssonî ye ji zanîngeha Uppsala.

  • Wî got duh rojeke zêde dramatîk bû di siyaseta swêdî de û her çi qas kesê ev rêze bûyerên li dû hev yên duh çaverê nedikirin, lê gelek mentiq di çêbûna wan de heye.