ROJAVA

Sosyaldemokrat hevkariya bi PYDê re xurttir dike

5:50 min
  • Sosyaldemokrat wê hevkariya bi rêvebiriya Xweser a li Bakurrojajhilatê Sûriyê û nexasim bi PYDê re xurttir bike.

  • Ev encama lihevhatina navbera partiya Sosyaldemokrat û parlamentera serbixwe Amineh Kakabaveh e.

  • Hevpeyvîn bi sekrterê navneteweyî yê Sosyaldemokratan Johan Hassel û parlamenter Amineh Kakabaveh re.

Sosyaldemokrat wê hevkariya bi rêvebiriya Xweser a li Bakurrojajhilatê Sûriyê û nexasim bi PYDê re xurttir bike. Ev encama lihevhatina navbera partiya Sosyaldemokrat û parlamentera serbixwe Amineh Kakabaveh e û Kakabaveh ji ber lihevhatinê kêfxweş e.

Piştî danûstandinên gur îro seroka Sosyaldemokratan Magdalena Andersson weke yekem serokwezîra jin a Swêdê hate hilbijartin.

Derbarê danûstaninên Sosyaldemokratan bi partiyên siyasî re gelek nûçe derketin. Lê herwiha parlamentera serbixwe Am ineh Kakabaveh jî ev çend rolj bûn bi Sosyaldemokratan re ji bo lihevhatinê di nav danûstandinan de bû û ew dibêje şevê din bi derengî ew li hev hatine.

Ji bo ku di parlemanê de dengên alîgir û dijber pir nêzîkî hevbûn pêwistiya Sosyaldemokratan bi dengê Kakabaveh hebû û di dawiyê de piştî peymanekê Kakabaveh destek daye Magdalena Andersson.

Berpirsekî ku di pêvajoya lihevhatinê de cî girtiye sekreterê navneteweyî yê Sosyaldemokratan Johan Hassel e. Ew dibêje ev lihevhatineke resmî ya di navbera partiya Sosyaldemokrat û parlamenter Amineh Kakabaveh de ye û tê wateya xurkirina hevkariya bi Rêvebiriya Xweser a bakurrojhilatê Sûriyê re.

Johan Hassel dibêje:
– Em ê lê bigerin  bê em çawa dikarin hevkariyê xurttir bikin û em rola PYDê di rêvebiriyê de nas dikin. Û ev jî tê maneya bêhtir desteka hem siyasî hem jî aborî.

Di lihevhatinê de li ser vê nuqteyê wiha hatiye nivîsandin: Sosyaldemokrat wê hevkariya bi PYDê re xurttir bikin. Grûbeke Sosyaldemokrat wê ji bo vê kar bike û Amineh Kakabaveh wê di vê grûbê de cî bigre.
Di danûstandinan de PYD hevkarek meşrû ye.

Îsal havînê Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde nameyeke resmî bo Rêve biriya Xweser a li bakur-rojhilatê Sûriyê re şiyandibû û tê de spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk dikir û radigihand ku Swêd ji bo jinûveavakirina herêmê wê destekê bide.

Di nivîsa niha ya bi Amineh Kakabaveh re jî Sosyaldemokrat heman sozê didin û diyar dikin ku ew Xweseriya li Rojava ji Rojhilata Navîn re girîng e û dixwazin destekê bidinê. Lê di heman demê de Daîreya Koçê ya Swêdê hevwelatiyê nade alîgirên PYD û YPGê ji ber ku wan li hember ewlehiya Swêdê xeter binav dike. Ev çawa dibe?
Johan Hassel dîsa:

– Ev pirseke pir girîng e ku gelek kesan elaqedar dike û em gelek Sosyaldemokrat pê ve mijûl in. Em li hev hatine ku li ewlehiya hiqûqî binêrin. Û nayê qebûl kirin ku têkoşerên li hember Daişê û kesên bêguneh weke terorîst bêne muhrkirin.

Di lihevhatinê de jî ev wiha hatiye nivîsandin:
“Nayê qebûlkirin ku hin aktorên dewletan têkoşer an piştgirên azadiyê yên YPG/YPJ an jî PYD weke terorîst binav bikin“.

Ji bilî van nuqteyên derbarê Rojava de nuqteyek jî li ser Partiya Demokratîk ya Gelan, HDPê ye. Tê nivîsandin ku  Sosyaldemokrat destekê dide têkoşîna partiya destûbirak HDPê ya ji bo mafê kurdan û daxwaza serbestberdana Selahattin Demirtaş tê kirin. Li ser vê mijarê Hassel dibêje ew dixwazin YE li hemberî Tirkî xwediyê helwesteke hevbeş be.

Lihevhatin bi îmzeya sekreterê Sosyaldemokratan Tobias Baudin û parlamenter Amineh Kakabaveh di malpera resmî ya Sosyaldemokratan de hatiye weşandin.