Lêkolîna Ekot

Swêd hevwelatîbûnê nade alîkarên PYD, YPG û HSDê

7:18 min

Hikûmeta Swêdê rêxistinên kurd ên li Sûrî ku li hemberî Daişê têkoşîn dane ji xwe re hevkarên girîng dihesibîne.

Lê Daîreya Koçê ya Swêdê weke qaîde hevwelatîbûnê nade kurdên Sûriyê yên girêdaneke wan bi van rêxistinan re çêbûye.

Belê ev gotinên kesê em jê re dibêjin Merdan in. Wextê ew nû tê Swêdê radigihîne ku ew ji aliyê siyasî ve nêzîkî PYDê ye û li ser vê gotina wî niha daxwaza wî ya hevwelatîbûna swêdî hatiye redkirin.

Û Merdan ne bi tenê ye ku ji ber heman sedemê hevwelatîbûna swêdî nadinê, haya me ji gelek kesên wiha çêbûye. Ev kes li Swêdê xwedî-îqame ne, tu ceza nexwarine û li hember ewlehiya Swêdê weke xeter nehatine destnîşankirin. Sebeba ku Swêd dîsa jî hevwelatîbûnê, yanî cinsiya swêdî nade wan ew e ku wan di nav rêxistineke kurdî ya ku li hemberî Daişê têkoşîn daye de cî girtine, yan jî nêzîkî rêxistinekê ji van bûne. Ev rêxistin jî PYD, HSD û YPG ne.

Daîrey a Koçê (Migrationsverket) û dadgehên wê vê biryara xwe dispêrin du duqteyan.
Yek jê dibêjin ev rêxistin nêzîkî PKKê ne, ku muhra terorê li ser e. Û nuqteya diduyê ew e ku li gor Daîreya Koçê van rêxistinan bi awayekî sîstematîk mafê mirovan binpê kirine û berpirsên sûcên giran ên insanî ne.

Îcar ji bo ku daxwaza hevwelatîbûnê were red kirin ne pêwist e kesek di nav van rêxistinan de xwedîroleke girîng be an jî bi xwe sûcek kiribe. Li gor pîvanên Daîreya Koçê kafî ye ku mirov endamê rêxistinekê ji van be, xwarin ji wan re biribe yan jî tevlî civînên wan ên siyasî bûbe. Hingî Daîreya Koçê weke qaîde gereke hevwelatîbûna swêdî nede van kesan.

Mats Rosenqvist yek ji şefên Daîreya Koçê ye:

-        Ku beşdarî hin tiştan bûbe bes e. Wek mînak eskerî (ya mecbûrî jî di nav de), ji van rêxistinan re şofêrtî yan jî aşpêjtî kiribe. Tiştên wiha dikarin weke beşdarbûn werine hesibandin.


Merdan ku serlêdana wî ya hevwelatîbûnê hatiye redkirin dibêje eger sûcekî wan hebaya dê fam bikirana, lê niha tenê ji bo alîgiriya wî bi siyasetekê re wiha lê dikin.

Belê, Daîreya Koçê vê biryara xwe dispêre hin raporên ku li ser şerê Sûriyê hatine nivîsandin. Me li van raporan meyizandiye û di wan de behsa binpêkirinên mafê mirovan cî digrin, lê agahiyên ku ev binpêkirin sîstematîk bin ne piştrastkirî ne û pisporên ku em bi wan re axivîne bi guman li nirxandina Daîreya Koçê dinerin.

Paul Levin li Zanîngeha Stockholmê berpirsê Enstîtuya Lêkolînên Tirkiyê ye.

-        Bi qasî ez dizanim tu belgeyên ku binpêkirinên mafê mirovan bi awayekî sîstematîk têne kirin nînin.

Heçî wezîrên hikûmeta Swêdê ne ew balê dikişînin ser ku muhra terorê li van rêxistinên kurdî yên li Sûrî nîne û hikûmet wan weke hevkarên girîng ên li hemberî şerê Daişê binav dike.

Di bersiveke nivîskî ku Wezîrê Parastinê Peter Hultqvist ji me re şiyandiye de ew dibêje Swêd HSD weke hevkarên dijî terorê dibîne ji ber ku ew di tekoşîna hemberî terorê ya li Sûrî û Îraqê de xwedî roleke pir mezin in.

Di hevpeyvîneke me ya berya niha de jî Hultqvist li ser hêzên kurdî yên li Rojava wiha gotibû:

Peter Hultqvist dibêje:

-        Hêzên kurd ên li bakurê Sûriyê di şerê hemberî rêxistina terorê ya rasteqîn, Daişê de rolekî gelekî girîng lîstine.

Lê li gor Mats Rosenqvist li Daîreya Koçê biryarên wan di çarçoveya qanûnê de ne:

-        Bi min me tu nirxandinên xelet nekirine. Piştî lêkolînên birêkûpêk em gihane van nirxandinan ku biryarên me xwe dispêrinê de.

Wextê rêxistinên cîhadî û Daişê êrîş anîne ser bajarên kurd ên li bakurê Sûriyê rêxistinên ku li hemberî Daişê rawestiyan di serî de PYD û weke hêzên çekdar jî YPG bû ku piştre bû beşek ji HSD. Îcar eger kurdekî hingî xwestiba li hemberî Daişê têbikoşa naxwe bila çi kiriba?

Mats Rosenqvist ji Daîreya Koçê dibêje qanûna Swêdê ne li gor pîvanên exlaqî ye.

- Erê, ez qenc fêm dikim. Eger mirov kurd be û bixwazibe li hemberî Daişê şer bike mirov digihe rêxistinekê ji van. Bes tu behsa exlaq dikî, lê exlaq û qanûna Swêdê du tiştên ji hev cihê ne.

Li ser pirsa bê ma ne gerek bû ew kesên li hemberî Daişê têkoşîn dane yan jî alîkar bûne bêhtir rê ji wan re hatiba vekirin Rosenqvist dibêje ew naxwaze nirxandinekê li ser wê yekê bike.


Beşîr Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se

Daniel Öhman
daniel.ohman@sverigesradio.se