Telefonkirinên derbarê tahdeyên namûsê zêdetir bûne

1:31 min
  • Hejmara kesên ku derbarê zixt û tahdeyên bi navê namûsê û şîdetên din tefefona hejmara taybet ya wan pirsan ya birêveberiya parêzgeha Östergötland dikin nuke zêdetir bûye.

  • Di destpêka pandemiyê de hejmara telefonkirinan ji bo vê hejmara taybet daketibû, lê li gor Christina Malmqvist pispora vî warî nuke bêhtir telefonê dikin.

  • Heta meha îlonê bersiva 611 telefonkirinan ji tevaya Swêdê hat dan û 42 ji wan derbarê zarok û ciwanan bû li Östergötland. Hejmara hemî telefonên par hatibûn kirin 784 bûn.