Temenê navencî yê swêdiyan dirêjtir dibe

1:42 min

◦ Di deh salên dawiyê, anku di salên 2011ê heta 2020ê de, navenciya temenê jiyana swêdiyan dirêjtir bûye. Herweha ferqiyên di navbera jin û mêran de jî berdewam ber bi kêmbûnê ve ne.

◦ Dirêjiya navencî ya temenê swêdiyan di deh salên borî de, anku di salên 2011ê heta 2020ê de, 84 sal temenê jinan bû û dora 80 sal temenê mêran bû.

◦ Sedema bêhtir ya vê jî li gor raporê kêmbûna mirina bi êşên dilî û demran e.