Xwenerazîkirin li hember bilindkirina faîzeya li ser deynên xwendinê

1:58 min
  • Tê çaverêkirin ku îro xwendekar li gelek bajarên Swêdê nerazîbûna xwe li ser zêdekirina faîzeya li ser deynên xwendinê diyar bikin.

  • Hikûmetê havîna îsal ragihand ku ew dixwaze faîze anku feydeyê li ser qerzên xwendinê ji %0,05 zêde bike bo %0,5.

  • Sibe li parlamena Swêdê gotûbêj li ser vê mijara zêdekirina faîzeya li ser deynê xwendinê tê kirin.