Zarokên di navbera 12 û 15 saliyê de dê bên vaksînkirin

1:58 min

◦ Hikûmetê biryar da ku zarokên di navbera 12 û 15 saliyê de li Swêdê bên vaksînkirin.

◦ Ev îro serokwezîrê Swêdê Stefan Löfvenî di civîneke çapemeniyê de ragihand.

◦ Serokwezîrî got ev vaksînkirin dê xeteriya nexweşketina demdirêj li ser zarokan kêm bike û ew dê bi vî rengî kêmtir dersan ji dest bidin. Wî herweha got ev vaksînkirina dê piştî bêhinvedana havînê dest pê bike.