Pirtûka "Innanför cirkeln" jiyana yêzîdiyên Kurdistanê dide ber hev.

Kitêbxana kurdî deriyê xwe vekir bo kesên dixwestin bêhtir bibhîzin ser yêzîdiyan, di semînerek ji rêze semînerên xwe de derbarê tibaba mezin yan jî pircureyî li kurdistanê . Newzad Hirorî, berpirsê kitêbxaneyê bixêrhatin kir li kesên amade û mêvanên semînerê xwedanên kitêba ”Innanför Cirkeln”, ya nû derketî, Magnus Bertos û Fredrik Ekman, yên lêkolîna xwe derbarê yêzîdiyan di vê semînerê de pêşkêş kirin.

Di vê semînerê de, herdû nivîskar giloverêde, xwestin bi hişiyarî behsa babeteke hesas bikin, û ne zêde naskirî nav civaka Swêdê de û ne bi awayekî durist nav civaka kurdî jî de, wan xwestin têkevin nav çand û jiyana yêzîdiyan, bo ku baştir wan nas bikin û zaniyariyên xwe berfirehtir bikin.

Mirov wê çawa milletekî nas bike eger neçe nav wan? Ji ber vê yekê jî herdû nivsîskar biriyara xwe dan ku rêwîtiyê bikin bo Yerîvanê û herêma Laleşê, bo ku yêzîdiyan ji nêzîkve nas bikin û jiyan û çanda wan li du herêmên cuda bidin ber hev.

- Armanca me bi nivîsandina vê pirtûkê ew bû ku me dixwest em derbarê koma yan grûpan binivîsînin û nasnameya wan. Ka gelo sînor çawa ye navbera vê grûpê de û yê derveyî wê. Me jî dît ku yëzîdî grûpeke tarîf kirî bû, wan nasnameya xwe , çanda xwe parastiye di gelekê salan de, û hestên wan gelekî xurtin bo girêdana navbera wan. Wekî nimûne, ji hev dizewicin, di grûpê de çêdibin û mirov nikare here ser ola wan.

- Beriya ku me dest bi vê rêwîtiyê kir me hiç nizanîbû ser yezîdiyan, û nezaniya me  hişt ku balkêşî bêhtir bibe. Me mereq dikir dema me wekî nimûne rojname dixwendin carna û behsa yêzîdiya dikirin piçekî, ne bi kûrî, û gava me bêhtir li wan digeriyan di warê nivîskî de, me gelek peyde nedikir. Wê demê me ji xwe dipirsî çawa grûpeke wisa mezin ji Îraqê hebin ku xelk ser wan nizanibin, di demekê de ku hemû ronahiya çapemeniya cîhanî ser îraqê be?

Derbarê encamên ku gehiştin ê de di vê rêwîtiya xwe de û nivîsandina pirtûka xwe de, ku çandên yêzîdiya bêhtirînê wan bi awayekî devikî hatiye parastin û gehiştiye cîlên nû bi sed yan jî hezarê salan , ji ber vê yekê jî û rewşa jiyana wan ya cêwgrafîk û siyasî di herêmê de, cudabênin çêkirinin di çand û jiyana yezîdiyan de , eger mirov yezîdiyên soviyeta berê bide ber yezîdiyên başûrê Kurdistanê ve.

Yek ji mêvanên guhdar ku diyar bû gelek dîtinên wî hebû derbarê vë semînerê, Wîsam kudeyda bû:

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".