În 7/12/2007

Di bernameya vê êvarê de:
- Vê hefte hat eşkere kirin ku gelek ji dikanên ICA yên mezin bi awayekî ne durust goştê xwe yê çerxkirî firotiye mişteriyên xwe. Li ser vê yekê nerezîbûyek belav bû di nav gelek xelk de û niha çend ji saziyên herêmî gilî nameyên xwe dê bigihînin ba dozgerê.
- Hîphopvanê Raze Jam (Rêzan Camal) dixwaze hemû diktatoran ji cîhanê rake û Kurdistanê azad bike. Ew 22 û salî ye û albûma wî ya ewlî di rê de ye. Hevkara me Senem Alp û Rêzan di studyoya me de stranekê hiphop çê dikin.
- Çar jin û mêrek (Fyra fruar och en man), ev navê filmê nuh yê Nahid Persson e. Hevkara me Lorîn Berzincî behsa wê dike.