Mîzgînî û xemgînî di asîmana sporê de

Charlotte Kalla, ku 20 salî ye û li bajarê Östersundê dimîne, duhî pêşbirkeya Tour de Ski qezenç kir, ev pêşbirke ya herî girîng e di nav sezona palikên rêdirêj de (längdskidor).

Kalla, ku 20 salî ye û li bajarê Östersundê dimîne, duhî pêşbirkeya Tour de Ski qezenç kir, ev pêşbirke ya herî girîng e di nav sezona palikên rêdirêj de. Vê sibê dema radyoyê telefonê Charlotte Kalla kir, ew westîyabû û got:

- Doh êvarê gelek fikir di serê min de derbas bûn.

Niha Kalla dê li ser milên xwe barekî giran hîs bike ku xelatên din jî werbigire. Lê ji bo ku ev barê psîkolojîk yê li ser wê bikaribe kêmtir bibe Kalla dibêje:

- Ezê çapemenîyê wekî berê nexwînim û paşê jî girîng e ku derdora min bawerîya xwe bi mîn bîne û min teşvîk bike.

Gunde Svan, şefê tîpa netewî ya palikên rêdirêj, jî digot:

- Kalla niha dibe nimunekeya baş bo ciwanên din, bi teybetî bo keçên ciwan. Ev sala dawî Kalla pêşbirkên cuda qezenç kirine û ku mirovên rast di derdora wê de hebin û tenduristîya wê baş be, ez bawer im, Kalla dê hîn xelatên din jî werbigire, asteng tuneye bo wê.

Lê di asîmana sporê de ne tenê mîzgînî hene. Vê sibê sporvan Kajsa Bergquist ji çapemenîya Swêdê re got: ”Ez dev ji bilindhilavêjîyê, yanî höjdhopp, berdidim”. Û sebeb jî kêmbûna hewesa wê ye.

Kajsa Bergquist 31 salî ye û di karîyera xwe ya 10 salan de di spora bilindhilavêjî de çar sezon bû şampîyonîya dunyayê bû, lê par li Lîstikên Olîmpîyadê li Osaka de medalya wernegirt.

Loma ku mirov sala 2007 bi salên berê yên karîyera Kajsa Bergquistê ve bide ber hev, ew salek baş nebû bo wê. Par dema sezon xilas bû, Bergquist hêvî dikir ku hewesa wê dê paşê bê lê wusa nebû û loma biryara xwe da ku bi bilindhilavêjîyê dom neke.

Tomas Engdal, şefê tîpa netewî ya atletîzmê dibêje:

- Ez şaşmayî nemam dema Kajsa biryara xwe dîyar kir, ji ber ku Kajsa dixwest ku hewesa wê dê hîn bilindtir bibe lê wusa nebû, û ku mirov bixwaze bibe sporvaneka di asta bilind de, divê hewesa mirov bilind bibe.