Tekoşîna li dijî sîdeta li hember jinan dom dike

Her sal li Swêdê li derdora 17 jinan ji alîye mêrêkî ku ew nas dikin tên kuştin.  Li gor pêşnîyareka hikûmeta Swêdê, her car ku sûcekî wusa tê kirin divê komîsyoneka bûyerê, bi swêdî haverikommision, li ser kuştinê lêkolîn bike. Bi vî awayî zanyarîyên di derbarê kuştina jinan de dikarin pirtir û feretir bibin.

Lena Brännfors di Alla Kvinnors hus de, di sazîyeka parastina jinan de, kar dike û ev li hember vê peşnîyarê pozîtîv e:

- Mirov divê bizanibe ku kuştina jinekê tenê beşek ji problemê dide xuyakirin. Kuştina jinekê felaketeka mezin e. Lê problema herî mezin hejmara zarok û jinên ku nehatine kuştin lê di malbatên ku xirab de di bin şîdetê de dijîn e. 

Sala 2006ê 18 000 bûyerên cuda yên şîdeta li hember jinan li ba polîs hatin gilî kirin, û di van hemû bûyeran de jin û tawankir hevûui nas dikirin.

Loma hikûmeta niha dixwaze, her cara ku jinek tê kuştin divê komîsyoneka bûyerê li ser kuştinê lêkolînê bike. Bi vî awayî mirov dikare hîn bibe ku alîkarîya civatê çima têr nekirîye.

Maria Larsson, ji partîya Xirîstîyanên Demokrat, Kristdemokraterna, wezîrê tendurustîya gel e:

- Her sal, bi navencî 17 jin tên kuştin ji alîyê mêrekî ku jin nas dikin, em vê yekê nikarin qabûl bikin û divê li hember vê tekoşîn bikin, em divê metodên nuh ava bikin ku em di wextê de bikarin alîkariya van jinan bikin.

Di navbera salên 1990 û 2004an de 456 jin li Swêdê hatin kuştin. 13 ji wan ji alîyê jinek din ve hatin kuştin, yên din jî ji alîyê mêrekî ve. Di navbera heman salan de her weha 69 keçên di bin 15 salî de hatin kuştin.

Lê mêr jî ji alîyê jinan ve tên kuştin, lê komîsyona bûyerê dê li ser sûcên wusa lêkolîn neke, ji ber ku ev hejmar kêm e, û fokus dê li ser şîdeta mêran ya li ser jinan be, li gor Maria Larsson.

Lena Brännfors ji tiştekî gelek bawer e. Li gor wê di vê pirsê de girîngtirîn tişt, ji bo ku mirov jinan ji lêdanê biparêze û bizanibe kîja jin tûşî lêdanê bûye, divê mirov hemû îmkanên civakê nas bike û wan bi kar bîne. Helbet ji bo lêdana mêran jî.

- Divê hemû vê yekê hîn bibin: mamoste, doktor, eve, hemşîre. Ku em hemû di vê derbarê de xwedî zanyarîyê bin, em dikarin hîn di destpêka pêvajoyê de pê bihesin û pêşîyê lê bigirin, dibêje Lena Brännfors.