Tewankarî li Swêdê di 2007 de zêdebû

Jimara tewankariyan li Swêdê zêde dibe. Li gorî sala berya wê di nav sala 2007 de tewankarî li Swêdê bi sedî 6 zêdetir bû.

Xuyaye sala derbasbûyî karê polês û yên dezgehên darezandinê yên Swêdê gelekî zêde bû.

Li gorî îstatîstîkên Dezgeha Pêşîgirtian tewankariyan, Brottsförebyggande rådet, tewankariyên li Swêdê di sala 2007 de bi sedî 6 zêde bûn.  

Di nav vê salê de bi gîştî nêzî milyonek û 300 hezar tewan û sûc hatin şîkayetkirin.

Yek ji sedemên vê zêdebûnê ew e ku bêtir mirov şîkayeta sûc dikin.

Sûcên ku herî pirr zêdebûne Sextekarî ye bi zêdebûnek ji sedî 34 û texrîbat û zerardayîn bi sedî 21.

Lê her weha sûcên wekî cînayet, kuştin û lêdanên ku bi mirinê bi encam bûne jî bi sedî 5 zêdebûn. Ji ber vê yekê di nav sala 2007 de 259 kes hatin kuştin an jî di encama lêdanê de mirin.

Çend ji kategoriyên din ên sûc kû jimara wan zêdebûn e ev in:

Sûcên dest-avêtinên cinsî bi sedî 3 ango 12.466 tewankariyên bi vî rengî pêk hatine.

Tiştê herî xemgîn ew e li gorî şîrovegeran ku sûcên lêdanê yên li dijî jin, zilam û zarokan ev 30 sal in her sal zêde dibe.

Sûcên lêdanê sala çûyî jî bi sedî 6 zêdebû,
û jimara vî sûcê jî nêzî 82 hezar e.

Tê bawerkirin ku yek ji sedemên vê zêdebûnê ew e ku bêtir mirov şîkayeta van tewankariyan dikin.

Sûcên Narkotîk bi sedî 6 zêdebû û di vê kategoriyê de sala çûyî 71 hezar tewankarî pêk hatine. Sedemê vê zêdebûnê jî ew e ku polês kontrola li ser sînoran û hişyariya gumrikan xurttir bûye.

Lê, di hîn kategoriyên tewanan de jî kêmbûnek heye. Weke mînak dizîkirina erebe û wesayîtan bi sedî 12 kêm bû. Her weha diziya li malan jî bi sedî 3 kêm bû.

Sedemê van kêmbûnan ew e ku dizîya erebeyên îro yên modern zehmetir bûye, ji ber tedbîrên sîstemên cûda yên ewlekariyê.

Zana Serin

zana.serin@sr.se