Banqeyên Swêdê muşteriyên fon dikirin dixapînin!

Li tu deverek cîhanê bi qasî li Swêdê xelq perê xwe ranazîne fondan. 7 milyon kes li Swêdê bi hêviya qezencek baş ji banqeyan fon dikirin. Bi taybetî jî ji bo maaşê xwe yê taqawidiya pêşerojê.

Lê lêkolînek ku bernama televizyona Swêdê Uppdraggranskning bi şîriketa Morningstar daye çêkirin nîşan dide ku ji sedî 80yî fondan zerar dikin. Lê banqe ev zerar bi awayên ne li rê vedişêrin.

Sedemê zerarê ne tenê qelsbûna van fonan e, lê belê ew xerca ji sedî yek û nîv e ku banqe her sal ji pareyê ku muşterî razandiye dikuje.

Dema ev parê ku banqe weke xerc digire were hesabkirin, di nav deh salan de, muşterî ji sedî 14ê parê razandiye wenda dike. Di 33 salan de ji sedî 39ê pareyê razandî tê kuştin û diçe ji qaseya banqeyê re.

Yên ku vî tiştî dikin jî 4 banqeyên herî mezin ên Swêdê ne.

Ev jimar jibo profesorê aboriya navnetewî li zaningeha Stockholmê,Harry Flam, ne suprîzekê ye:

- Gelek lêkolînên ku hatine çêkirin nîşan didin ku qezenca rastî ya fondan nikare Indexa ku pêre divêt were qiyaskirin derbas bike. Ew qezenca ku divêt muşterî bidest bi-aniya diçe ji xerca salane re ku banqe ji perê razandî dikuje.

Di heman demê de diyar jî bûye ku banqe ji ber ku muşterî ev zerar nebîne îndexên qiyasdar ên xapînok bikaranîne. Bi vî re ew karîbûne bi muşterî pêşkeftin û qezencek mezin nîşan bidin, ku ev di rastiyê de tuneye. Ango banqe, di şûna indexa borsayê de îndexên qiyasdar ên xwe çêkirine û qezenc li gorî wê dipîvin.

Wezîrê bazara fînansê Mats Odell dibêje van kiryarên banqeyan nikare were qebûlkirin.

- Gelek malbat ji bo pêşeroja xwe û ji bo maaşê xwe yê teqawidiyê pareyên xwe yên ku bi zehmetî dane hev bi hêviya qezencek radizînin banqeyan. Ji ber vê yekê mafê banqeyan tuneye ku bi agahî û enformasyonên ne zelal û çewt bibin sedema ku muşterî biryarek şaş bide.

Gelo wê demê divêt mirov çi bike? Weke mînan fondên indexê hene, ku indexa borsaya Stockholmê dişopînin û gelek erzantirin ji fonên banqeyan. Anders Andersson ji rojnama Privata Affärer di bernama Uppdrag granskning de wuha dibêje:

- Muşteriyekê banqeyê divêt weke muşteriyekê ku erebeyekê kevin dikir tevbigere. Gereke mirov gelek rexnegir nêzîk bibe. Lê mixabin muşteriyên banqeyên Swêdê ne ewqas rexnegirin. Ew gelek passîv in. Li li welatek weke li Swêdê ku olîgopolekê ji 4 banqeyan pêk tê heye, wê demê rewşek bi vî awayî pir hêsan rû dide. Ji ber vê yekê baştire ku mirov fonên Index bikire. Lê li vir jî divêt mirov bi dîqet be ji ber ku hîn banqe hene ku ji bo fonên îndex jî xercên bilind werdigirin. Ji ber vê yekê divêt mirov fonên bi xercên kêm bikire. Heger mirov taqat heye ku aktîf be, baştire mirov li borsayê hîsse (aktie) bikire. Ango baştire mirov ji gelek branşên cûda gelek hîsseyên cûda bikire û wan taqîb bike. Wê demê qezenca mirov ji fonên hîsseyan baştir dibe, dibêje Ander Andersson, rojnamevanê aboriyê…

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".